Ensîklopediya Kurdên Qefqasyayê Hejarê Şamil,Ji Edîtorê Pîrozbahî ji bo Radyo Aşitî (28 Hezîran 2020) – video

Pîrozbahî ji bo Radyo Aşitî (28 Hezîran 2020) – video

Pîrozbahî ji bo Radyo Aşitî (28 Hezîran 2020)

28 июнь 2020  Facebook

Îro sih saliya radiyo Asitîyê ye.

Min di jiyanê xwe de pir kêm caran giriyame. Kengî bavê min û diya min mirin ji çavê min hêstir ne hat.

Her hal di jiyana xwe de cara ewlin di sala 1992a de kengî me li bajarê Bakûya Azerbaycanê jimareya yekemîn ya rojnama Dengê Kurd derxist kûrekûr giriyam. Bawerim meha Hezîranê bû.

Cara duda kengî li 15 Hezîranê 1995 a televizyona yekemîn a Kurdan Med TV dest bi weşanê kir, min xwe avêt oda destşokê têra xwe girîyam. Wê çaxê di nav partiyê de wezîfedar bûm, min nexwest giriyê min bê dîtin.

Cara sisya me kengî 2010a de malpera kurdistan-post.ru amade kir, derxist pêşiya xwînêran, hêstir ji çavê min wek baran dibariya. Meha Hezîran bû.

**

Îro 28ê Hezîran e. Sîh sal berê di sala 1990 î de Radyo Aşitî li bajarê Stagolmê dest bi weşanê xwe kiriye. Dibe ku, îro piştî weşanê dîsa çavê min şil bibe. Ev hêsirana hemû ji şabûnê ye.

Di roja me ya îroyîn de çapemenî navend û dibistanên proseya netewbûnê ye. Herî zêde pêdiviya me netewbûnê heye. Derd û kêşeyên herî esasî netewbûn e. Em 100 sal e nikarin bibin netew.

Netewbûn bi darê zorê çênabe. Tenê zanebûn, hişmendî, hizir û ramanên rast dikarin me bigihîhinin asta netewbûnê.

Roja îroyîn bi sedan TV, radyo, rojname, kovar û malperên Kurdan henin. Mixabin, nod û neh selefên wan yan hîzbî nin, an jî xîzmeta hîzban dikin. Pir kêm çapamenî henîn ku, serbixwe nin, liberal in, deriye wan ji bo her Kurdekî vekirî ye. Çapemeniyên lîberal ji bo Kurdan wek hewa û av pêwîst in.

Radyo Aşîtî çapemeniyeke netewî ye, lîberal e, serbixwe ye. Fikrên sîyasî çi be bila bibe, her Kurdekî/e niştîmanperwer dikare li ser Radyoya Aşitî nêrîna xwe bîne ziman. Di vî alî de Radyo ya Aşitî bi serweriya rêzdar Hecî Kardoxî rolekî pir mezin dilêyze.

Ez li ser navê xwe û navê heval û hogirên Federasyona Navneteweyî ya Diyasyorayên Kurdan, li ser navê hevalbendên YEKBÛN TV ku, amadekariya weşanê dike, Kekê Haci Kardoxî û Radyo Aşitî bi dil û can pîroz dikim.

Emê bi rojname-rojname, bi kovar-kovar, bi radyo-radyo, bi televîzyon-televîzyon mezin bibin, xwe bigihînin asta netewbûnê.

 

Bersivek Bihêle

Gotarên Têkilî More