Kamîz Şeddadî

Kamîz Şeddadî post thumbnail image

Kamîz Şeddadî (Cebraîlov Kamîz Mûsa oglu) sala 20.12.1963an li Kurdistana Sor (Azerbaycan) – li gundê Çiraxlî yê Laçînê ji dayik bûye. Li Bakûyê ji Zanîngeha Polîteknîk dîplomaya Endezyariya Metalûrjî wergirtiye. Doktoraya (PhD) xwe ya li ser Biwêjên Kurdî di beşa Îransîtî ya Enstîtuya Zimanzanî ya Akademiya Zanistên Rûsyayê nivîsiye.

Ji sala 1992 an ve dest bi rojnamevaniyê kiriye. Li Bakûyê di Beşa Kurdî ya Radyoya Azerbaycanê de edîtorî û bêjerî kiriye. Ji sala 2003ê ve li Moskowê edîtoriya kovara «Dostanî» (Rûsî-Kurdî) kiriye û di rojnameya «Kurdistana Azad» de, di ajansên ANM, ANF û AKNews û di radyoya «Dengê Rûsya»yê de peymanêrî kiriye.

Ferhengsaz e, hevnivîskarê Ferhenga Mezin a Rûsî-Kurdî ye.

Di gel çend wergerên wî yên ji rûsî û tirkî, pirtûka wî ya Rêvebernameya Kurdî-Rûsî çap bûne.

Li Zanîngeha Moskowê dersa zimanê Kurdî daye xwndekarên Rûs. Ji bilî Kurdî, zimanên Rûsî, Azerî û Tirkî û Farsî jî dizane.

Ji sala 2015an  veli Moskowê peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

Li Moskowê dijî, zewiciye û bavê sê zarokan; du keç û kurekî ye.

Bersivek Bihêle

Gotarên Têkilî More