Federasyona Komeleyên Kurd a Navneteweyî (FKKN) – ew rêxistinek sîwan e ku ji zêdetirî 10 komeleyan pêk tê. Wan komeleyan li welatên Qazaxistan, Qirgizîstan, Rûsya, Gurcistan, Azerbaycan, Ermenistan, Ukrayna û Bêlorusya kar dimeşînin.
Armanca Federasyonê – têkîliyên di nav Kurdên Sovyeta Berê de xurtkirin, li dijî asîmîlasyonê sekinandin, çand û hunera Kurdî pêş xistin, li ser problêmên civakî kar kirin, pêywendiyên Kurda bi gelên welatên Sovyeta Berê ve pêş ve birin e.
FKKN – di serî de bi navê ‘Kongreya Komeleyên Kurd’ hatiye avakirin û paşê navê vî wek ‘Federasyona Komeleyên Kurd a Navneteweyî’ hatiye guhertin.
Civînê yekemîn di Adarê 2015a de bi beşdarbûna 10 kesan li bajarê Moskovayê hatiye derbazkirin. Çend rêzdarên jî bi rêya online beşdarî civînê bûne. Di vê kombûnê de biryara avakirina rêxistinek sîwan hatiye stendin.
Konferansa duyem – 19 Hezîran (meha 6’ê) 2018 – Bîşkêk. Strûktura rêxistinê hat niqaşkirin.
Civînê sêyem – Kongreya avakirina FKKN li 4ê Tebaxê 2018’ê de li bajarê Moskovayê beşdarbûna bi 100 zêdetir delegeyên ji hemû welatên Sovyeta berê ku tê da Kurd dijin û her wiha welatên Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê pêk hatiye. Di vê kongreyê da rêxistinê sîwan hatiye ilankirin, Serokatî û Rêveberiya Kongreya hatiye hilbijartin.
Çaremîn civînê FKKN li bajarê Sankt-Pêtersbûrgê li meha 6-7 Hezîranê 2019’ê da bi beşdarbûna nêzikî 100 kesan pêk hatiye. Di civînê da plan û projêyan FNDK, her wiha terzên xebatê hatiye niqaş kirin û çendin bîryarên giring hatine stendin.
Pêncemîn civînê Federasyona di 05’ê Îlona (meha 9’ê) 2019’ê da li bajarê Bişkekê Qirgizistanê hatiye lidarxistin. Di vê civînê da navê ‘Kongreya Komeleyên Kurd’ wek ‘Fêderasyona Komeleyên Kurd a Navneteweyî’ hatiye guhertin. Tê da serokatî û rêveberî hatiye pejirandin.
Şeşemîn civîn Payizê di sala 2021’ê da li bajarê Almatayê hatiye lidar xistin. Ev zêdetir Konferansa hilbijartinê bûye.
Heftemîn civîn li bajarê Moskovayê bi beşdarbûnê rewşenbîr û aktivîstên pêk hatiye.
Xêncî wan civînên nawendî di bajarên Krasnodar, Stavropol, Almaata, Bişkêk û Tibilîsê da çendîn civînên herêmî hatine lidar xistin.
Dema Referanduma Serxwebûna Kurdistanê, Federasyon bi çendîn gund û bajarên Yekîtiya Sovyeta Berê civîn, konferans organize kirine, di nav gel de karên çalak meşandiye.
KAR Û XEBAT
(Divê bên nivîsandin…)