Meclîsa Gel a Qirgizistanê (MGQ)
Meclîsa Gel a Qirgizîstanê di sala 1994’an de li Qirgizîstanê hate avakirin. Ji bo Meclîsê avahiyek li navenda Bişkekê (avahiya berê ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Qirgizîstanê. Navnîşan: Kolana Pûşkîn 78) hat veqetandin. Her yek ji rêxistinên ku nûnertiya gelan dikin, odeyên xebatê hatin dabînkirin.
Armanca sereke ya MGQ’ê xurtkirina aştiya navetnîkî û aramiya li welêt e.
Ev 30 sal in ku Meclîsê di çareserkirina pirsgirêkên pêşketina etnîkî, têkiliyên navbera gelan û danûstendina navçandî de rolek girîng lîstiye.
**
Agahiyên kurt li ser Kurdên Qirgizistanê:
– Li gorî daneyên fermî, di sala 2009 de, 13.166 Kurd li Komara Qirgizîstanê (KQ) dijiyan (di salên 2018 û 2021 de, di belgeyên fermî yên hikûmetê de li ser hejmara Kurdan agahî tune).
– Li gor texmînên nefermî li Qirgizistanê Kurd zêdetirî 20 hezar in.
– Kurd li Komara Qirgizîstanê di 41 wargehan – navçe, bajarok, bajarok, gund û mezra de dijîn.
Hejmara Kurdên Qirgizistanê li gorî daneyên serjimariya nifûsê:
1939 – 1 490 kes.
1959 – 4 783 kes.
1970 – 7 974 kes.
1979 – 9 544 kes.
1989 – 14 262 kes.
1999 – 11 620 kes. Di çavkaniyek din de – 11.617
2009 – 13 166 kes. Di çavkaniyeke din de – 13 171
2018 – zanyariya fermî tune
2021 – zanyariya fermî tune