Gora Yusif Kamîl Bedirxan

Gora Yusif Kamîl Bedirxan post thumbnail image

Gora Yusif Kamîl Bedirxan.

Gora Yusuf Kamil Bedirxan li bajarê Tibilîsî, di goristana Kukîya da ye.

Yusîf Kamil Bedirxan yek ji rewşenbîrên şoreşger ên Kurd û xwedî çarenûseke balkêş e. Ew jî endamê zadeganîya kurdan, kurê mîrê Cizîra Botan Mîr Bedirxan e.
Di salên 60-î yên sedsala 19-an de li Kurdistanê hatiye dinê, di sala 1934-an de li bajarê Tiblîsê paytexta Gurcistanê wefat kiriye û li goristana Kurdên Êzidî ya bi navê Kukiya hatiye defnkirin. Piştî salan hat jibîrkirin. Di sala 1970’an de gora wî hate hilweşandin. Di salên 1990î de kêlikê gorê ji aliyê çend Kurdên Gurcistanê ve di serî de Ordixanê Kaşaxî, Fêrzê Şakê ve ji erdê hat derxistin û parastin.
Di dema Newroza Tiflîsê ya sala 2023an de biryar hat dayîn ku gora Kamil Bedirxan were ji nûva avakirin. Bi piştgiriya madî û manewî ya profesor, serokê Yekîtiya Kurdên Kazaxistanê Ezîzê Ziyo Bedirxan û bi pêşengîya Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê û “Yekbûn TV” gora Kamil Bedirxan ji nûva hat avakirin.
Di 29ê Îlona 2023’ê da, merasîma vekirina tirba Yusif Kamil Bedirxan wek Abîdeyeke Dîrokî li bajarê Tiblîsê hat lidarxistin.

 

LÎNK:

  1. Tevî mamoste Şivan Perwer li ser gora Kamil Bedirxan.
  2. Rûdaw derbarê restorekirina gora Kamil Bedirxan de (Kamîz Şeddadî)
  3. Gora Yusif Kamil Bedirxan li Tiflîsê hat nûjenkirin (YekbûnTV ) 
  4. Apê Fêrîz: Gora Kamil Bedirxan li vir bû

 

GOTAR TÊ AMADEKIRIN…

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bersivek Bihêle

Gotarên Têkilî More