Kurdî her dem, li her derê, di her civîn û merasîmê de xweş e.
Di 4ê Tebaxê de em li paytexta Gurcistanê Tiflîsê beşdarî civînê bûn ku ji aliyê Kurdên Mesîhi yên Ortodoksî ve hatibû organîzekirin. Serpereştîya kombûnê pîrozker, tekmand (rahîb) Maday Mehemdî dikir. Zimanê kombûnê bi Kurdî bû. Ez her çend ne bawermend bim jî, duayên bi Kurdî pir xweşa min dihat û car caran min ji digot ‘amîn!’…
Di kombûnê da çendin pirtûkên Mesîhîtî bi zaravayên cuda yên Kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî) hatin nasandin û belavkirin.
Mixabin îro li Kurdistanê zimanê Kurdî li ser asfaltê jî tê qedexekirin…