Ensîklopediya Kurdên Qefqasyayê Azerbaycan,Jîngeh,Kalbajar Gundê Esrîk (herêma Kalbajar, Komara Azerbaycanê)

Gundê Esrîk (herêma Kalbajar, Komara Azerbaycanê)

Gundê Esrîk (herêma Kalbajar, Komara Azerbaycanê) post thumbnail image

Esrîk (azerkî. Əsrik) – gundekî parêzgeha Kalbajarê Komara Azerbaycanê ye. Niştecihên wê ji Kurdên ku di van 100 salên dawî de asîmîle bûne pêk tê. Li quntara çiyayan e. Di destpêka sedsala XX de wek du gund hatine tomarkirin: Esrîkê Mezin û Esrîkê Biçûk.
Li gorî daneyên îstatîstîkî yên Împaratoriya Rûsyayê ya di sala 1856’ê de, gundên Esrîk 1 û Esrîk 2, diket li nav qezaya Zengezûrê û beşek ji civaka Şeylanlu ya herêma Karaçorluyê bûn. Hemû kurdên şîe yên civatê (bi tevayî 13 gund) di nav xwe de bi kurdî dipeyivîn.
Li gorî serjimariya sala 1886’ê li gundê Esrîk ê qezaya Cewanşîr a vîlayeta Elizavetpolê di 39 malan de 234 Kurd (141 mêr û 93 jin) dijîn.
Gundê Esrîk ji sala 1867an ve girêdayî qezaya Cewanşîrê ya vîlayeta Elîzavetpolê, ji 28.04.1920ê ve jî girêdayî Komara Azerbaycanê bû. Ji 16.07.1923-an de, erdên gundê Esrîk beşek ji qeza Kurdistanê (paşê daîre) bû ku ji qezayên Cewanşîr û Zengezûrê yên vîlayeta Elîzavetpolê pêk dihat. Di 8.04.1929an de, qezaya Kurdistanê hat betalkirin û gund ket nav parêzgeha Kalbajarê. Ji sala 1993 heta 2020 gund ji aliyê hêzên çekdar ên Komara Ermenistanê ve hatibû dagirkirin.

Bersivek Bihêle

Gotarên Têkilî More