LAMARA BORÎSOVNA PAŞAYÊVA / Lamara Farê Reşî (17.01.1940, Tibîlîsî, Gurcistan – 2015, Tibîlîsî) – etnograf, xebatkarê zanistiya Zankoya diroknasî û etnografiyayê Gurcistanê, namzedê zanistiya etnografyayê.
Di sala 1964’a de dîploma xwe ji Zankoya Dewletê ya Tîflîsê, fakulte Rojhilatzanîyê stend.
Li ser jiyana sosyolojik û etnografîk ên Kurdên û Yûnanên Gurcistanê çendin berhemên zanistî nivîsand.
Lamara Paşayêva xêncî karên zanyariyê pir şixûlên civakî jî kirin. Ji bo naskirina fermî ya paşnavên Kurdan, Asuriyan û Yûnanan bi salan tekoşîn meşand. Di nav damezînerên komeleyên Kurdên Gurcistanê aktif cîh girt.
Xanima Lamara Paşayêva di sala 2015 de li bajarê Tibîlîsê koça dawî kir.
Çend berhemên wê:
- Kevneşopiyên / tradisyonên merasimên cenaze ya Kurdan (2003)
- Tiştên erenî û neyînî di dewat û îbadetên Êzdiyên Gurcistanê de. (1987)
- Qedexeyên olî di dema mehrkirina Êzdiyên Gurcistanê de. (1988)
- Kurdên Gurcistanê. Derheqa xwe naskirinê ji aliyê dînî û etnîkî. (2000)
- Wargehên Kurdên Gurcistanê û hwd. (2004)