Ramiz Suleyman oglu Abdullaev – 15.09.1945, g. Agcakend, herêma Kalbajar, Azerbaycan – 2022, Bakû. Di malbateke mamosteyekî zimanê kurdî Suleyman Abdullaev de hatiye dinyayê. Ji sala 1964’ê ve di dibistana pîşeyî de muhasebeyê xwend. Beşa muhasebeyê ya Enstîtuya Çandiniyê ya Azerbaycanê qedandiye (1968).
Ji sala 1972’a şunda 6 salan li gundê Agcakendê wek midûrê kolxoş kar kir. Piştre di saziya çandiniyê ya navçeyê de mufettîş-muhasîb bû.
Di sala 1990’î de dîsa di gundê xwe da wek midûrê kolxozê hate tayînkirin. Heya dagirkirina Kelbecerê bi leşkerên ermeniyan re (1994) di vê wezîfeyê de xebitî. Sala 2022 li bajarê Bakuyê mir.
Abdullaev Ramîz Suleyman Oglu
0 Comment|