Ensîklopediya Kurdên Qefqasyayê civîn,Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê,Konferans,Siyaset û Civak DEKLERASYON. Konferansa “Kurdên Qefqasyayê: Perspêktîfên Neteweyî”

DEKLERASYON. Konferansa “Kurdên Qefqasyayê: Perspêktîfên Neteweyî”

DEKLERASYON. Konferansa “Kurdên Qefqasyayê: Perspêktîfên Neteweyî” post thumbnail image
DEKLERASYON

 

Di 15-16ê Tebaxa 2024an de, li paytexta Gurcistanê, li bajarê Tibîlîsê, bi pêşengiya komele û zanyarên Kurd, Konferansa Navneteweyî ya “Kurdên Qefqasyayê û Perspêktîfên Neteweyî” hat lidarxistin.

 

Konferansa navneteweyî ya “Kurdên Qefqasyayê û perspêktîfên neteweyî” bi îfadekirina îradeya beşdaran, bi hewildana baştirkirina hevahengiya komeleyên Kurdan ji bo parastin û pêşxistina nasnameya Kurdî; herweha li ser esasê babetên herî girîng ên ku di konferansê de hatine nîqaşkirin û bi têgihîştina ku pêwîstî bi tevgereke lezgîn a bi biryardarî heye, tezên sereke bi daxuyaniyeke hevpar radigihîne.

 

  • Nasnameya netewî ya Kurdên li derveyî Kurdistanê ji ber gelek sedemên sûbjektîf û objektîf di bin xetera windabûnê de ye. Em bang li hemû rêxistinên Kurdistanî yên li cîhanê dikin ku ji bo rizgarkirin û pêşxistina nasnameya Kurdî li welatên xwe yên fealiyetê bernameyan saz bikin.

 

  • Em bang li rêxistinên Kurdî dikin ku bibin alîkar ji bo avakirina komîsyoneke zanistî ku dê bernameyeke yekgirtî amade bike ji bo hînkirina Zimanê Kurdî ji bo Kurdên li derveyî welêt; herweha bibin alîkar ji bo damezrandina komeke navneteweyî ya zanyaran, ku erkê wan dê bibe amadekirina pirtûkeke yekgirtî ya dersa zimanê kurdî û di paşerojê de jî alfabeyeke yekgirtî.

 

  • Hemû beşdarên ku ev deklerasyon îmze kirine, erka parastina mafên Kurdan, bêyî cudatiya dînî, civakî û medenî, digirin ser xwe. Em pabendbûna xwe bi mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan di civakê de û di nav malbatê de radigihînin û bang li rêxistinên Kurdistanî yên cîhanê dikin ku mafên jinan ji tundiyê biparêzin.

 

  • Em bang li Kurdên Başûrê Qefqasya, Ewropa, Asyaya Navîn û hemû cîhanê dikin ku yekîtiya Neteweya Kurdî ya li ser bingehê zimanê Kurdî pêş bixin, ku xîmê parastina nasnameya Kurdî ya bi hezar salan e. Dapîr û bapîrên me wek jêdera netewe û reha çanda Kurdî, ne tenê rabirdûya me ne, ew bingeha dahatûya me ne jî. Loma em bang li her Kurdekî li Qefqasya, Asyaya Navîn û Ewropayê dikin, ji bo parastina nasnameya xwe, paşnavên dîrokî vegerînin, eger ku ew di dema koçberî, zordestî an rewşên din ên neçariyê de winda bûne, an bi zorê hatine guhertin.

 

  • Parastina ziman, û çand herweha dijberiya asîmîlasyonê; bingeheke sereke ye ji bo parastin û pêşxistina nasnameya neteweya Kurd li derveyî Kurdistanê.

Deklerasyon bingeheke ji bo dariştina proje û damezrandina rêxistinên civakî, ku armancên wan dê pêkanîna tez û pêşniyarên li jor be.

Deklerasyon ji aliyê beşdarên Konferansa Navneteweyî ya Tibîlîsê ya “Kurdên Qefqasyayê û Perspektîfên Neteweyî” ve hat qebûlkirin.

 

16 Tebax 2024

Tibîlîsî, Georgia

 

 

Bersivek Bihêle

Gotarên Têkilî More