Eskerê Boyîk derheqa nivîskar Şamîlê Sêlim Esgerov (1928 – 20.05.2005)
Bîranîna birayê hêja, rehmetîyê Şamil wek ronayîke geş bîra min da maye.
Sal nayê bîra min. Ez li bajarê Almatê dimam. Gotin li bajarê Moskvayê, li “Mala Kurda” civîneke rewşenbîrên kurd yên Sovêta berê tê derbaskirin. Dilê min çûyînê nîbû. Demeke ji bo min dijwer bû. Xulese, hevala da zorê, ez jî rabûm, gîhîştim komek rewşenbîrên kurd yên wî bajarî, em çûne bajarê Moskvayê, civînê.
Gotin Şamil Esgerov jî ji bajarê Bakûyê hatîye. Dîtina wî ji minra pirr hewaskar bû. Min derheqa wî cwamêrî da gelek tişt bihîstibû lê ew nedîtibû. Bîranîna min da ew wek mêrxwes û têkoşerekî bû. Ew bi rastî jî, li wê heremê da evdekî kurdî tek û tenê bû ku ji bo pelişandina ûêzsa Kurda – Kurdistana Sor hê nehatibû rayê û dijî asîmlasyona azirîyaye giran li ser gelê xwe bi mêranî têkoşîn dida, li wê komara sovêtêye nijarperest da dewa maf û nasnema gelê xwe dikir.
Min zanibû ji bo kurdeyatîyê ew rastî gelek zext û zorê hatîye, gelek salên xwe hebsên komara Azerbaycanê da girtî maye. Jîyana hebsêye dijwer, berbirbûna neqenc ya nexwez û neyaran ew neşkênandine. Netewya xwe bîra nekirîye. Têza doktorîya xwe li ser helbestvanîya Cegerxweînê mezin nivîsîye, Mem û Zîna Ahmedê Xanî tercmeyî zimanê azerî kirye…
Em zû hevra bûne nas,. Bi rastî, nizanim çima, min ew wek kurdekî hişk, netewperwar texmîn dikir, lê hema dema nasya meye ewlin da ew fikir ji bîra min çû, rex min evdekî helbestvanî, xweyê dilê lîrîkî, merivhiz, xeysetva zelal û sadê rûniştibû, teyê bigota ew deh sale em hevaltîyê dikin. Evdekî xerîbdost, milahîm, maqûl, rewşenbîr bû.
Du roja bawarkî em ji hev dûr neketin. Ji bo Kelbecera xweye ji dagerkirî û wêrankirî xemgîn bû. Derheqa berhemên xweye neweşendî da, xazma ferhenga da gilî dikir. Ji miletçîtya weletê lê dijît gazin bû.
Evdekî bi kurdewaryê dagirtî bû. Min xwest ji bo rojnema AZADÎ jêra hevpeyvînekî çêkim. Pirs jî me tev nivîsî. Civîn usa bû, ku dema vala tunebû. Roja duda zilamek jî pêra hat. Ez û ew zilam bi hevra kire nas. Navê zilêm nayê bîra min. Got lawê romannivîsê gewre Sulêman Rehîmovê remetî ye.
Silêman Rahîmov yekem nivîskarê gel ê Azerbaycan bû, ne ku tenê Azerbaycanê lê welatê sovêtê da yek ji nivîskarê mezin, bi nav û deng bû. Min nivîsarê wî xwendibû, û zanibû, ku eslê wî Kurde û kurdê Kurdistana sore. Pirsekê tim dilê min da hebû, gelo çima wî nivîskarê gewre, ji bo Kurdistana sor dengê xwe bilind nekirye. Dibe tişt hene ez nizanim? Dem hatibû min karibû bi devê wî lawê Rahîmov cawa wê pirsê ji xwe ra dîharkim.
Zilêm kurmancî nizanbû. Rûsî û azerbacanî daxivî. Dihate xanê dostanîya wan û kekê Şamil kevn bû. Min wê derheqê da ji zilêm pirsî. Nikaribû bersîva min bide. Kekê Samil ku “birazîyê” xwe ji wî halî derxe, min ra got, baş dibe em hinek pirsan hevpeyvînê da zêdekin. Ku xwendevanê kurd derheqa lawê xweyî mezinda bizanbin…
Lawê Rahîmov ji sîyasîya serokatya komara Azerbaycanêye nû ne razî bû. Çiqas ez tê gihîştim berê ew karekî bilind da xebitîyê, ji kar derxistibûn. Gazin bû: “Ez kurdim loma ez derxistime”… Gotina wî çiqas rast bû çiqas na, nizanim.
Ji pey civînê ra me hev wek bira hemêz kir û ji hev veqetyan. Me hejmarên têlêfonên hev nivîsî ku hevra bêne girêdan, hevpeyvîn jî gerekê bi faksê minra bişanda…
Dem pirr bi aloz bûn.
Usa jî her tişt nîvcî ma.
Bîranîna ronakbirê Kurdî mezin, rehmetîyê Şamil wek ronayîke geş bîra min da maye.
(Perek ji berevoka Eskerê Boyîk, Çanda Kurdên Sovêtê, 2012; DENG,Îstenbol, rû 414-424)
https://www.youtube.com/watch?v=kLgh9Ny3QN0