Mala Ezdiyan ya bajarê Oldênbûrgê bi karê olî, civakî, perwerdeyî, çandî û dîsan jî bi weşangeha xwe ya Dengê Êzîdiyan heta niha gelek daxwuyanî, salname, kovar û pirtûk weşandiye.
Meremê weşangeha me ew e, ku em bi weşanên xwe Êzidiyatiyê, ku ola Kurda ya kevnar e, bidine nasandin. Her wisa jî jibo me girîng ê, emekê beşerên Êzîdî di dîrokan gelê Kurd ya hezarsalan de di warê xwedîkirn û pêşxistina ziman, çand, edeb, erf û edetên kurdîtiyê de bidine ronahîkirin.
Kurdên Ezîdî yên Ermenistanê eva serê 170 salan ji ber zulm-zorê û fermanan ji welatê kal û bavên xwe – Kurdistanê – revyan e xerîbyê. Cîyê dilxweşiyê e ku çawa firset ji wan re çê bûn ew li nirxên xwe yên netewî û nasnama xwe xwedî derketin. Navê wan ciwamêran di dîroka gelê Kurd de bi herfên mezin hate nivîsandin. Radiyoya Yêrêvanê seranserî Kurdistanê bûbû dengê Kurdîyî yê herî xweş. Iro her Kurdekî xwendevan bi navê Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Qanatê Kurdo, Şekroyê Xudo, Celîlê Celîl û gelek rewşenbîrên din serfiraz e.
Komîta Birêvebir û Rewşenbîriyê ya Mala Êzîdiyan li Oldenbûrgê.
**
XWENDIN, DAXISTIN: