Gundê Abdalanli / Qubadli

Gundê Abdalanli / Qubadli post thumbnail image

Gundê Abdalanli (navçeya Qubadi, Komara Azerbaycanê).

Abdalanli (bi azerî – Abdalanlı ) gundekî herêma Qubadli ya Komara Azerbaycanê ye. Navê berê Ocaqişlaq bûye. Nifûs ji kurdên asîmîlebûyî pêk tê.

Li gor serjimêriya nifûsê ya sala 1886ê li gundê Abdalanli qezayê Zengezûrê 145 kurdên şîe (83 mêr û 62 jin) di 32 malan de dijiyan.

Gundê Abdalanli ji sala 1867ê ve girêdayî qezayê Zengezûrê ya wîleyeta Elîzavetpolê, ji 28ê Nîsana 1920ê ve jî girêdayî qezayê Zengezûrê ya Azerbaycanê KSS bû.

Ji 16ê Tîrmeha sala 1923ê ve, xaka gundê Abdalanliyê girêdayî qezayê Kurdistanê bû.

Di 4ê Tebaxa 1929ê de qezayê Kurdistanê hate hilweşandin, gund ket nav navça Qubadlî.

Ji sala 1993ê heta 2020’ê gund di bin dagirkeriya Hêzên Çekdariyên Ermenistanê de bû.

Bersivek Bihêle

Gotarên Têkilî More