Ensîklopediya Kurdên Qefqasyayê Azerbaycan Gundê Alpout (Navçeya Laçîn, Komara Azerbaycan)

Gundê Alpout (Navçeya Laçîn, Komara Azerbaycan)

Alpût (bi azerî: Alpout ) gundekî li parêzgeha Laçînê, yekîneya îdarî-herêmî ya Qoşasû ya komara Azerbaycanê ye. Li kenarê çemê Xocazsû, li bintara çiyayê Gabaxtepeyê ye.
Niştecihên gund kurd in lê bi temamî asîmîle bûne. Li gor statîstîkên sala 1886’ê li gundê Alpaut, herêma Zengezûrê, vilayeta Elîzavetpolê, 85 kurdên şîe (51 mêr û 34 jin) di 16 malan de dijiyan (1).
Di nîvê duyemîn ê sedsala 19. Alpout tevî van gundên Ag-Korpi (Boznalu), Bozlu-Agcakend (Kamalli), Varazgun-Gerik, Mirik-Hasanlu, Minkend, Şahsuvarlu, di nav civaka gundewarî ya Şahsûvarli ya navçeya Zengezûrê ya parêzgeha Elîzavetpolê de cih digirt (2).
Di sala 1912’ê de hejmara gelheya gundê Alpout 190 Kurd bû (3).
Alpout yek ji gelek gundên herêma Zengezûrê ya berê ye ku ji aliyê eşîra kurd ên Qarabayramli (Qarabayramli şaxek eşîra Hecîsamli ye) hatine avakirin.
Di Nîsana sala 1920’ê de gundê Alpoutê diket nav axa Azerbaycana Sovyetê. Ji 16.07.1923-an de, erdên gundê Alpout beşek ji qeza Kurdistanê (paşê daîre) bû. Di 8.04.1929ê de qezaya Kurdistanê hat betalkirin û gund ket nav parêzgeha Laçînê. Ji sala 1992 heta 2020 gund di bin degirkeriya hêzên çekdar ên Ermenistanê de bû.

Bersivek Bihêle

Gotarên Têkilî More