Ensîklopediya Kurdên Qefqasyayê Zanistî Kurdên Azerbaycanê, dîroka Laçîn û yên mayîn – Şamil Askerov

Kurdên Azerbaycanê, dîroka Laçîn û yên mayîn – Şamil Askerov

Kurdên Azerbaycanê, dîroka Laçîn û yên mayîn – Şamil Askerov post thumbnail image

Kurdên Azerbaycanê, dîroka Laçîn û yên mayîn [1]

Şamîlê Selîm Esger (Şamil Askerov)

(Kovara ÇIRA. Hejmar 9, sala 1997)

 

Berê pêşîn destûr bidin ez li ser navê kurdên Komara Azerbaycanê we bi dilgermî silav bikim.

Belê, dîrokê şaşîtiyeke mezin kiriye û ji rûyê kurdan re nekeniyaye. Dîrokê welatê kurdan parçe-parçe kiriye. Niha ew çar parçe ye û gelê ji her parçeyan li ser rûyê cîhanê belav bûye. Ji wan kurdan gelek nifûz li Komara Azerbaycanê jiyana xwe derbas dikin. Dîroka kurdên Azerbaycanê gelek kevn e. Tarîx bi me dide zanîn ku kurd berî zayînê (mîlad) bi heft qurnan (sedsala 7’an) li Azerbaycanê hebûne. Gelek dîrokzan hene ku di pirtûkên wan de nave kurdên Azerbaycanê derbas dibin.

Di sedsala heftan de serleşkerê xelîfeyê Bexdayê Selman îbn Rebiye bi leşkerekî mezin êrîş dibe ser Azerbaycanê. Wî çaxî li Azerbaycanê welatek bi navê Balasakan (Balasîcan, Balasacan) hebûye. Li hember leşkerê Salman îbn Rebiye, kurdên Balasakanê (Balasakan navê eşîreke kurd e) demekê li bi ber xwe didin û bi mêranî şer dikin. (“Azerbaycan Tarihi Uzerine Kaynaklar”, Bakû, 1989, r. 68-69).  Em di vê pirtûkê de dikarin du navên eşîrên kurd – Seturdan û Sabalan – bixwînin.

Di sedsala Xl-XII’an de navê çemê Terterê (li Azerbaycanê) “Ava Kurd-Elem” bûye (Îsa Huseynov, “Mehşer”, Bakû, 1978, r. 141).

Ji sala 951 ta salên 1174’an kurdêneşîra Şeddadî li bajarê Divîn (951-974), paşî li bajarê Gence (951-1174) hukumdarê Azerbaycanê bûne. Hukumdariya Şeddadiyan 223 salan dom kiriye.

Wê çaxê diyarê Azerbaycanê gelek avan bûye û bi pêş da bûye. Helbestvanekî Azerbaycanî pirr navdar bi navê Qetran Tebrîzî, di derheqa hukumdarên Şeddadiyan de zêdeyî 200 helbestan nivîsandiye. Weke mînak wî di derbarê hukumdar Ebdul Xelîl Cafer de 30, li ser Elî Leşkerî 20 methiye (pezn, qesîde) nivîsandiye. (Qetran Tebrîzî, Dîvan, Bakû, 1967).

Dîrokzanayê navdar Şerefxanê Bedlîsîdi pirtûka xwe Şerefname de dinivsîne ku di sala 1587’an de Şah Abbas-1, 24 eşîrên kurd şandiye Qarabaxê. Nîjadê van eşîran niha jî li Azerbaycanê dijîn. Em dikarin navê van eşîran destnîşan bikin: 1 . Babalî, 2.Bayîndûrlû, 3 . Bergûşad, 4. Bozlu, 5. Cavadlû, 6. Elîkyanlû, 7. Ferîkanlû, 8. Gelovçû, 9. Hacî Samlû, 10. Hesenanlû, 11. Kolanî, 12. Kulîkanlû, 13. Kullûxçû, 14. Qraçorlû, 15. Qulûxanlû, 16. Mîllî, 17. Pusyan, 18. Sisiyan, 19. Sultanlû, 20. Şadîmanlû, 21. Şeylanlû, 22. Tertarlû, 23. Tehmezlû, 24. Xanezeklû. (A. Elekberov, Trûdû Azerbaycanskogo filial XXV, “K. Voprosû îzûçenîî kulturu kudov. Bakû, 1936, r. 40-62)

Balyozê dewleta Rûsyayê Pyotr Lêrx ku demekê li Îranê dima, kurdzanekî bi nav û deng bû. Pyotr Lêrx baş hay ji kurdên Azerbaycanê heye û di pirtûka xwe de 13 eşîrên kurdan bi nav dike: Bayîndûrlû, Kulikanlû, Bozlû, Cavadlû, Ferîxkanlû, Hacî Şamlû, Hesenanlû, Qaçorlû, Mîllî, Sultanlû, Şemdînanlû, Tehmezlû û Xanezeklû (P. Lêrx, “îslêdovaniya ob îranskîx kurdov î sêvernîx xaldeyax”, St. Petersburg 1856, r. 88).

Zanyarekî Azerbaycanî di sala 1921’an de pirtûka xwe ku bi nave “Azerbaycan. Gotara fîzîk-erdnîgarî, etnografî û aborî. Baku: Weşanxane. Azerneşir. Encumena Aboriya Neteweyî, 1921″nivîsandiye. Navê vî zanyarî Memmedhesen Velîlî (Baharli) ye. Velîlî pirtûka xwe bi rûsî nivîsandibû. Di sala 1993’an de ev pitûk bi azerî çap bû. Velîlî di pirtûka xwe de behsa van gundên kurdan ên qedîm dike:

Li qezaya Kûba Qar kurdu, Qaracallî; li qezaya Cavad Qaralar (çar gund) Qaracallîlar, Buyuk Gorus; li qezaya Şamaxî Kurd, Qaralî, Gorus, Çeperlî; li qezaya Goycay Cir Kurd, Kurd Şaban, Kurd Qarabaxlî, Kurdmasî, Kurd, Qaracallî, Qaraca, Gorusaxê û Gorusarekend; li qezaya Lenkeran Bergûşad, Kurdabbaslî, Kurdler, Buyuk Qaralî, Kuçuk Qaralî; li qezaya Axdaş Kurdler; li Zengezûrê Qaralar, Qaracallî, Sîsîsan, Kurdhacî, Qazîkurdarlî, Kurdelî û Kurdqala; li Qazaxê Qaralar; li Cebraîlê Qafacallî, Kurdmahmûdlû, Kurdmahrîzlî, Kurdçapîq û Kurdefendîler; li Cavanşîrê Bergûşad, Kurdbaraqî, Qazî Kurdelî, Kurdler û Kurdbîzdeamanyan; li Gencê Sefîkurd; li Şûşayê Kurdqaradaxlî û Kurdler; li Şerûrê Derelegöz û Pusyan. (r. 57)

Di nivîsarên jorîn de kêmasî hene, ji ber ku Velîlî navê 24 eşîrên kurd ku Şah Abbas-I şandiye Qarabaxê nenivîsandiye. Velîlî dinivîsîne ku li Azerbaycanê milletê kurd ji gelên din bêtir assîmîle bûne (r. 57).

Nivîskarekî din bi navê Şamîl Ezîz di meqaleyeke xwe de agahdarî dide ku kurdên Azerbaycanê li Qarabaxê li qezaya Zengezûrê, li der-dora çemên Bergûşad û Hekarî, li qezaya Cavanşîrê li der-dora çemên Tûtqû û Terterê bicîhbûne û ji xwe re kirine cîwar. Şamîl Ezîz navê nivîskar M. A. Skîbîtskî binav dike û peyam dide ku di sala 1893’an de li Qerebaxê 69 gundên kurd û 47 gundên fileyan (ermenî) hebûne. Di van gundên kurdan de 3 510 mal û 18 600 mirov. dijiyan. (Rojnameya “Azerbaycan”, 6.1. 1990, hejmar -I).

Îro li Komara Azerbaycanê li 22 nehiyan 36 gund hene ku di navên van gundan de gotinên “kurd” hene:

 

Navê nehîyeyê

 

Navê gundan:
1 Agcabedî Kurdler
2 Axdam Kurdler-1, Kurdler-2
3 Berde Kurdboracî, Kurdler,
4 Fuzûlî Kurdler, Kurdmahmûdlû
5 Goranboy Abdullabey-Kurdî, Baxçakurd, Kurdyurd, Axamalîoglu Kurd, Balakurd, Sefîkurd
6 Îmîşlî Kurdmahmûdlû
7 Îsmayîllî Kurdeldarbeylî , Kurdmaşî, Kurduvan
8 Kurdemîr Bajarê Kurdemîr, Avanê Kurdemîr
9 Qûba Kurdax
10 Qubadlî Kurdmahmûdlû, Kurdçapiq
11 Laçîn Kurdhacî
12 Lêrîk Kurdeser
13 Goyçay Çirkurd, Kurd, Kurdemîş, Kurdşaban
14 Cellabad Kurdler
15 Masallî Kurdebazlî
Oxuz Kurd
Şerûr Kurdçûllû, Kurdkent
Xankendî Kurdler
Xanlar Kurdelyar
Cebrayîl Kurdler
Zakatala Kurdemîr
Bajarê Bakû Kurdexani

 

 

Me li vir di derheqa kurdên Azerbaycanê de agahdariyeke kurt pêşkêş kir . Pêwîst e em pê bizanin ku di dîrokê de di nav gelê Azerbaycana Bakur û di nav kurdan de tu nerazîbûn û xerabî tu car çênebûne. Gelên me li vê derê mina bira bi hev re jiyanê derbas kirine. Li Azerbaycanê di dema Sovyetê de, gelek gelek mirov bi Asyaya Navîn ve hatine nefîkirin lê ji nehiyeyên kurdan tu nefî çê nebûne. Ev jî îsbata biratiya me ye.

Ez nabêjim ku li Azerbaycanê tu problemên kurdan tunebûne û tune. Weke mîna di dema Sovyetê de navên kurd hatine înkarkirin û dibistanên bi zimanê kurdî hatine qedexekirin; lê paşî rewş hinek baştir bûye. Wê çaxê li Azerbaycanê hinek zanyarên kurdzaniyê hebûne. Em dikarin ji wan navên Huseyn Kurdoxlu, Şemsî, Rehîm Qazî, Elî Kalavêj, Şamîl Eskerov, Zumrud Şefîyêva bînin ziman. Niha zanyarê eyan Kemal Mezher li ser xebata xwe ya zanyariyê li vir mijûl bûye. Îzeddîn Mistefa Resûl jî zanyariya xwe li Azerbaycanê dest pê kiriye.

 

DÎROKA BAJARÊ LAÇÎN Û YÊN MAYÎN

Di derheqa bajarê Laçîn û qezaya Kurdistan (Kurdistana Sor) de gelek hatiye nivîsandin û niha jî tê nivîsîn. Lê ya rastî çi ye, ew nayê nivîsandin. Rastî çi ye, em deyndar in ku wê bizanibin.

Li Azerbaycanê, di derheqa Kurdistanê de gelek biryar hatine wergirtin. Ez dixwazim hinekan ji wan bi nav bikim ku em binasin:

7 Temûz 1923. Ji bo sazûmankirina Wîlayeta Kurdistanê. Şeş roj şûnde biryareke din hat wergirtin ku Qezaya Kurdistanê bê damezrandin.

30 temûz 1923. Biryar: Bira gundê Pîrcahan bibe dêbajarê Qezaya Kurdistanê.

Temûz 1923. Biryar: 1. Bira Kurdistan bibe qeza, 2. Bira Kurdistan bibe nehiye; li vir tu biryar nayê wergirtin.

6 Tebax 1923. Di derheqa Qezaya Kurdistanê de biryar: Ji serê çiyayê Mûrov heta çiyayên Alaqayê û Lîsagorsk û Camîn-Kuyum, ji virê heta Bagîrbeylî, ji aliyê Qezaya Cebrayîlê ber bi jêr heta çemê Hekarî, heta gundê Efendîler, gundê Agavyurd, yê Onzîrak, çiyayê Delîdag, Devegozu… Dêbajar gundê Pîrcahan.

8 Cotmeh 1923. Biryar: Ji bo demekê bira Şûşa bibe dêbajara Qezaya Kurdistanê heta ku dêbajerekî nû çê bibe.

Tîrmeh-Îlon 1923. Li Komara Azerbaycanê 15 qeza tên saz kirin: Axdam, Axdaş, Bakû, Cebraîl, Qazax, Kûba, Kurdistan, Gence, Goyçay, Lenkeran, Nûxa, Salyan, Şamaxî, Şamxor û Zakatala.

Di 8.10. 1923’an de dêbajara (navenda) bajarê Qezaya Kurdistanê bû Laçîn. Hetanî wî çaxî li Kurdistana Azerbaycanê bi navê Laçîn tu gund tunebû. Lê li navbenda Qezaya Kurdistanê bi navê Abdallar gundek hebû. Biryar tê dayîn ku ev gund bibe dêbajarê Kurdistanê. Lê tê gotin navê wê nexweş e. Li jora gund zinarekî mezin heye ku navê wî Laçîn e. Navê vî zinarî li gund datînin û Abdallar dibe Laçîn. Zû zûka Laçîn aban dikin, avahiyan çêdikin û sazûmaniyek mezin ava dikin. Wê salê, yanî sala 1924’an gundê Laçîn dibe bajarê Laçîn û dibe dêbajarê Kurdistanê.

Di sala 1926’an de li bajarê Laçînê 438 mirov hebûn. Ji wan 339 kes mêr, 99 kes jî jin bûn. Wê demê li qezayê daîre (bi rûsî okrûk) hebûne. Di nava Qezaya Kurdistanê de hejmara daîreyan 9 bûne.

Di sala 1926’an de nifûsa komara Azerbaycanê tê hejmartin û di derheqa van hejmaran de li Tîflîsê pirtûkek tê çapkirin. Di vê pirtûkê de li ser kurdan bi kurtahî wiha tê nivîsîn: Li Qezaya Kurdistanê 479 gund û bajarek heye. Hejmara nifûsê bi giştî 51 426 in. Ji sedî 72,3 van kurd û ji sedî 26,7 tirk in. Wê çaxê li Kurdistanê hejmara kurdan 37 182 (19 160 mêr û 18 022 jin), ya tirkan jî 13 745 (7152 mêr û 6603 jin) in.

Me li jor got ku li ciyê Qezaya Kurdistanê çar nehiye sazûman bûn. Niha jî em di derheqa wan de agahdarî bidin:

 

LAÇÎN: (Navê Laçîn ji navê zinarekî hatiye hilanîn û ew jî navê teyrekî ye.)

Li ser axa Laçînê gelek bîrdarî (peyker), çalxane (turbe), mebûd (mizgeft, dêr), mescîd û yên mayîn hene. Em ji van dikarin li gundê Gulebîrdê çalxane ji sedsala 5’an, li gundê Cîcîmlî mebûdê Melek Ejder ji sedsala 6’an, li gundê Hoçazê mebûd û şikeft ji sedsala 5’an, li gundê Zêyve qeleya kafir ji sedsala 17’an û mebûda bapîrê Soltan ji sedsala 19’an, li gundê Qarîqişlaxê mescîd ji sala 1761’an, li hêla çemê Axoglan mebûd ji sedsala 19’an û pira çemê Hekarî jî ji sedsala 17’an binav bikin.

KELBECER: (Kavil, wêran; bajar, yanî “bajarê wêran)

Li Kelbecerê jî bîrdariyên kevn gelek in. Ji van tesvîra Tatan berî zayinê sê hezar sal kevn e. Her wiha nêzîkî gundê Qanlîkend keleya Lok ji sedsala 12’an, nêzî gundê Orta Qereçanlî keleya Qereçanlî (Ûlûxan) ji sedsala 11-12’an, nêzî gundê Pîrler û Comerdê keleya Comerdê ji sedsala 11’an, nêzî gundê Qalaboynû keleya Qalaboynûyê ji sedsala ll’an, li gundê Şorbûlaqê bîrdariya Xwedêdan ji sedsalên 4-5 û 12-13’an, li gundên Zar, Çeplî, Tekeqaya, Axcakend, Moz, Fetallar û nêzî gundên Nadîrxanlî, Molabayramli, Baxlipeye û yên mayîn jî gelek bîrdariyên qedîmî hene.

 

Navê nehiye Heta kengê gund bûye Kengê bûye nehiye Kengî bûye bajêr? Kengê navê bajêr stendiye Hejmara gundan Agarê (erdê) wî (km2) Ji Bakûyê dûrbun (km) Navê îstas. Riya hesin û dûrbûn (km)
Laçîn (Abdallar) 1923 08.08.1930 10.08.1923 143 1835 443 Xankendî, 49 Axdam, 70
Kelbecer 1960 08.08.1930 21.11.1960 1981 123 1936 458 Yêvlax, 165
Zengilan (heta sala 1957 Pîrcivan 1956 08.08.1930 1957 1967 93 707 377 Pîrcîvan, 0
Qûbadlî 1961 14.03.1933 1962 101 802 387 Akara, 35

 

ZENGILAN: Li der-dora axa nehiyeya Zengilanê jî bîrdariyên kevin hene.

QÛBADLÎ: (Qûbad navê mîrekî kurd e.)

Li geliyê Gavûr şikefet û mebûd j i sedsala 4’an, li gundê Mûradxanlî keleya Qalalî ji sedsala 5’an, li gundê Elîqûlûûşaxî keleya Hêşîn ji sedsala 5’an, li gundê Demîrcîler 2 mebûd ji sedsala 14’an û li deşta Yazî jî mebûda Cavaşîr û yên mayîn hene.

Li her çar nehiyeyan, li bajar û gundan dibistanên pêşayî, heştsalî û dehsalî, dibistanên mûzîkê, çend bîmarxane mentegeyên feldşêr-maman, pirtûkxane, klûb û malên çand, dergûşxane, dibistanên pêza (pêşe), zavodên asfalt û beton, ên rûn û penîr, dageriyên (îdareyên) daristanî, heywan jîrkirin, têxnîka, pilan û aborî, meîşet, melhebûna gundîtiyê, doxtorî, av, avto û otobês, beytarî, fûtin, pirekêşî, xanî çêkirdarî, zayinxane, aborî û yên mayin hebûn. Cînarên me yî ermenî gişkan wêran kirine. Belê ev koncaleke giran û yeman e.

Tenê li ser axa nehiyeya 30 000 kaniyên cemidî, ji sedî zêdetir avên narzan (tirş) 17 avên germ hene. Avgerm li Kelbecerê kîrotekî eyan bû. Li çiyayên Kelbecer ji 4 hezar zêdetir tesvîrên teht (zinar) ji dîroka qedîm xeber dida. Me li ser van tehtan tesvîrên dînazor, bizin, gakuvî, govend, roj û hîv, tesvîrên nêçîrvantiyê û tiştên mayîn dîtibû.

Me li jor got ku li Azerbaycanê 15 qeza hatibûn çêkirin. Di sala 1929’an de li Azerbaycanê çiqas qeza hebûn, gişka efal (lexû) kirin û di ciyê wan de nehiyeyan çêdikin. Li ciyên Qezaya Kurdistanê jî wî çaxî çar nehiyeyên jêrîn sazûman kirin: Laçîn, Qûbatlî, Kelbecer û Zengilan. Hinek gundên kurd jî li nehiyeya Cebraîl mane. Naxçivan mîna komareke muxtar, Qerebaxê Çîyayî mîna wîlayeteke muxtar li ciyên xwe dimînin.

Belê di sala 1929’an de ne tenê Qezaya Kurdistanê, lê Azerbaycanê çiqas hebûn gişkan lexû dikin. Paşê li bajarê Şûşa texnîkom (zanyariya navîn) vedikin û li wêderê dersdarên zimanê kurdî amade dikin. Lê sed heyf ku paşê li wê texnîkomê mamosteyên zimanê kurdî amade nekirin. Heta sala 1938’an li dibistanên pêşayî bi zimanê kurdî ders dane. Paşê dersa zimanê kurdî ji ortê rabûye û di pasaportan de navê kurdî nehatiye nivîsîn.

Divê em bizanin ku li paytexta Azerbaycanê Bakûyê dibistanên bi rûsî, ji yên azerî pirr zêdetir bûn. Îro li Ermenistanê û li ciyên cihê di derheqa Qezaya Kurdistanê de dinivisînin û dipirsin ka ev qeza çima ji nû ve nayê avakirin? Werin em li ser bersîva vê pirsê rawestin. Ji bo ku Qezaya Kurdistanê ji nû ve sazûman bikin, pêwîst e ku 15 qezayên Azerbaycanê ku ev 67 salan tune ne, ji nû ve gişkan sazûman bikin. Her wiha pêwîst e ku li Azerbaycanê çi nehiye hene bêtin lexûkirin û li ciyên wan dîsa 15 qezeyên bereynî ji nû ve bên teşkîlkirin. Ez pirs dikim: Kî karê wisa dike? Pêşneyariyên wisan bi çi teherî bi ser dikevin? Kîjan welat razîbûna xwe ji tiştekî wisan re dide?

Bapîrên me gotine: “Hûr bifikire, kûr bifikire û dûr bifikire!” Ramanên mîna van pêşneyaran vala ye. Ev yek, ya dudu: Li Azerbaycanê çiqas nehiyeyên kurd hebûn, tev ji teref Ermenîstanê ve hatine zeftkirin. Ermenîstanê kurdan ji nav xwe qewitandiye; kurdên Azerbaycanê ji ciyên xwe bar kirine û tu kurd li ciyê xwe nemaye. Ji lewre jî çi giliyên Kurdistana Sor, kîjan Qezaya Kurdistanê ye ez tê nagihim. Ev gilîyekî vala ye û bi qillêr e.

Li welatên derve, li Kurdistanê şer, birakujî, di nava du birayan de – Mesûd Barzanî û Celal Talabanî neyartiyê sazûman dikin. Kîjan kurd mafê xwe dixwaze, wî gulebaran dikin. Niha jî cehd dikin ku li Azerbaycanê dijmintiya kurdan çêkin. Na; ev cehdeke bê meram e, bê feyde ye.

Ez dîsa dibêjim, li Azerbaycanê problemên kurdan hene. Kurdên Azerbaycanê ji zûva ji Kurdistanê qetiyane, lewma jî zimanê xwe wenda kirine. Ji bo dersdayinê mamosteyên kurd tune ne. Em tev revok in. Aboriya me pirr qels e. Cînarên me ermenî hê jî ji ciyên me derneketine. Me tevan mîna bira cînariya ermeniyan dikir. Yek kurdek tune bû ku li Ermenîstanê û li Qerebaxê Çiyayî kirîvekî wî tunebe. Lê cînarên me mixennetî (xayintî) kirin û warên me bi beyanî girtin.

Hûn dizanin ku serokê komara me Heyder Eliyev dixwaze ku navbera Azerbaycan û Ermenîstanê bi riya aştî hel bibe. Ew dibêje ku demekê di navbera Elmanyayê û Sovyetistanê de şerekî mezin bûbû; lê niha herdu dewlet dostanî dikin. Ermenîstan cînarê me ye. Riya rastî aştî û dostanî ye. Em li Ermenîstanê jî pêşneyareke wisan dikin.

Van salên dawî ji bo pêşdeçûyina çanda kurdên Azerbaycanê bi alîkariya H. Eliyev gelek xebat hatiye kirin. Niha li komara Azerbaycanê navenda çanda kurdî heye. Em di radyoya dewleta Azerbaycanê de bi zimanê kurdî dengûbas, mûzîk û xeberan guhdarî dikin. Du romanên Ehmedê Hepo, ferhenga xeberdan û alfabeya Bayramê Fetî, pirtûkên helbestvanên Bariyê Bala, Qadirê Motî ronayî dîtiye. Pitûkeke Zumrut Şefîyeva bi navê “Poyêmayên kurd” çap bûye. Di van rojan de em dê ferhenga mezin, “Ferhenga kurdî-azerî” bibînin. Vê ferhengê Şamîlê Selîm û Mehmedê Heso amade kirine. Par me bi Akademiyê û nivîskarên Azerbaycanî re 300 saliya “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî bi şahiyeke mezin pîroz kir. Em hersal cejna Newrozê li cîhekî mezin pîroz dikin. Gelek pirtûkên me ku çap bûne xwe didin ber çavan. Wek mîna “Ferhenga azerî-kurdî”, “Ferhenga kurdî-azerî, “Ferhenga başûvendê (qafiye, mişare) zimanê kurdî”, bi zimanê azerî “Şêxê Senanê” a Feqiyê Teyran, “Berhevoka helbestvanên kurd” û yên mayîn çap bûne. Lê sed mixabin ku ji bo çapkirina van pirtûkan pere û kompîterên me tune ne. Wê rojek bê ku her tişt biserkeve. Bi destûra we ez dixwazim vê gotara xwe bi helbesteke xwe yî biçûk xelas bikim:

 

ÇI YE ÇAR

Emane, qet mekşînin

hûn li bal min navê çar.

Çi ye çar?

Bo Kurdistan mar, eşmar!

Çi ye çar?

Bo Kurdistan gurek har!

Koncal, tajan û mecar!

Sedan sal in çar bûye

bona kurdên kolêdar!

Qerî-qerî kiriye

welatekî bi çar par,

li war ma ye kurd bêwar.

Çar çi ye?

Bo Kurdistan ax û zar!

Him bimarî, him bêtar,

em nêçîrin, çar-rewkar!

Çi ye çar?

Kûreyek bi agir, ar!

Şewtandiye Kurdistan,

bûye wêran, tar û mar!

Kurdno, rabin hûn pek-pek,

Xetên çepan bibirin,

Bila ev çar bibe yek!

Bila ev çar bibe yek!

Kovara Çira 9 / 1997

 

 

Şamîlê Selîm Esger (Şamîl Eskerov, Şamîl Delîdax)

Zanyariya berendamî û doxtoriyê Kinyaz Mîrzeyev li Azerbaycanê mimkun (mîyaser) bû.

Di dema Yekîtiya Sovetê de bi zimanê azerî di derheqa kurdan de gelek pirtûk û nivisên mayîn li bajarê Bakûyê çap bûn. Ji wan;

  1. Berhevoka nivîskarên kurd.
    2. Di derheqa Abdûlla Goran (Huseyn Kurdoglu) 3. Di derheqa Cegerxwîn (Şamîl Esgerov)
  2. Di derheqa Cegerxwîn (Şamîl Esgerov)
  3. Pirtûka Ebdurrehman Hejar, “Kurd naxmelerî (Kilamên kurdî)
  4. Pirtûka Ehmedê Xanî “Mem û Zîn”, (wergêr Şamil Esgerov)
    6. Berhevoka nivîskarên Gurcîstanê, “Şîmal Kuleyî” (Bayê Bakurê)
  5. Pirtûka Ereb Şamîlov “Kurd çobani” (Şivanê kurd)
  6. Pirtûka di derheqa “Şerefname”ya Şerefxanê Bedlîsî (Şemsî)
  7. Elî Ebdurrehman “Etîram” (werger Şamîl Esgerov)
  8. Di derheqa eleqeyên wêjeya azerî û kurdî (Azerbaycan-kurd edebî elaqelerî), du pirtûkên Kinyaz Mîrzoyev û yên mayîn.

 

 

[1] Ev gotar di 21’ê îlona 1996’an de di konferansa Kurd û Bajar (The Kurds and the City) de, li bajarê Sêvresê li Fransayê hatiye pêşkêşkirin. Me di hejmara 7’an a Çirayê de di derheqa konferansê de agahdariyeke kurt dabû xwendevanan. Ji ber ku destûra gotarê dan me, em gelek spasî amadekarên konferansê dikin.

Kurdên Azerbaycanê - Şamil Askerov

Kurdên Azerbaycanê, dîroka Laçîn û yên mayin – Şamil Askerov

Kurdên Laçînê

Beşa Kurdî ya Koleja (texnîkum) Pedagojiyê ya Şûşa

Şamil Askerov û Tukezban

Bersivek Bihêle

Gotarên Têkilî More