Kurdên Ozbekistanê

Kurdên Ozbekistanê post thumbnail image

Kurdên Ozbekistanê

Dema ku Emîr Tîmûr di sedsala 14-an de êrişî Kurdistanê dike, gelek zanyar, mîmar û hunermendên Kurd tîne welatê xwe Şehrîsabzê (Şehr-î-Sebz). Dîroka Kurdên Ozbekistanê wisa dest pê dike [1].

Di sedsalên 17-18an de şahên Îranê ji bo ku sînorên xwe yên bakur ji êrîşên Ozbek û Tirkmenan biparêzin, Kurd koçî Xorasan, Gîlan û Belûçistanê kirin. Di sedsalên 18-19mîn de Kurd beşek ji artêşa Mîrtiyên Xîwê (Hîve) pêk dianîn. Ji vê serdemê Kurd li Ozbekistanê zêde dibin.

Li gorî hejmarên fermî di destpêkê sedsala 20’ê de zêdeyî 10 hezar Kurd li vî welatî hebûn. Di sala 1926’ê de hejmara kurdên Ozbekîstanê 15 hezar dihat hesibandin [2].  Ev Kurd bi giştî hatine asîmîlekirin û li ser wan lêkolînek têr nîn e.

Di sala 1944an de bi sedan malbatên kurd ji Gurcistanê sirgûnî Ozbekîstanê hatin kirin. Ji ber bûyerên xwînî yên ku di navbera 1-5ê Hezîrana 1989an de li herêma Geliyê Fergan a Ozbekistanê qewimîn, Kurd ji vir reviyan Qazaxistan û Rûsyayê.

Li gor statîstîkên fermî hejmara Kurdên Ozbekistanê weha bûye:

1926 – 15 000 kes

1979 – 982 kes

1989 – 1 839 kes

Niha li Ozbekistanê derdora 100 malên kurdan mane.

Ji wana 40 mal li gundê Kuyûnê, girêdayî bajarê Almaliklê dijin. Almalik 70 km. ji peytexta Taşkentê dûr e. Li Ozbekistanê çend malên Kurd li navçeyên Yangul, Cîzak, Gulistan-Baxt û li bajarê Taşkentê dijin.

Li eyaleta Semerqendê ‘Taxa Kurdan’ heye, lê tê de tu Kurd ne hatiye tespîtkîrîn.

 

[1] Hejarê Şamil. Diaspora Kürdleri. “Sovyet Kürtlerî” hakkında tarihi ve güncel inceleme. İstanbul, Pêrî yayınları, 2005, say. 147.

[2]A.Raxmankulova, “Kurdên Ozbekistanê”. www.ezdixane.ru, Bi Rusi.

 

***

1. Kuyûn gundekî kurdnişîn e li Ozbekistanê. Kamîz Şeddadî / Rûdaw

2. Pêşmergeyên ku bi Mela Mistefa Barzanî. Bajarê Almazar, Ozbekistan  

 

Gotara girêdayî: 

Goristana Pêşmerge li Almazarê (Ozbekistan). Kamîz Şeddadî / Rûdaw 

Bersivek Bihêle

Gotarên Têkilî More