Kurdên Qefqasyayê: Perspektîfên Neteweyî
Di 15-16ê Tebaxa 2024’ê de, li paytexta Gurcistanê, li bajarê Tbîlîsê, bi pêşengiya saziyên civakî û zanyarên Kurd, bi navê “Kurdên Qefqasyayê: Perspektîfên Neteweyî” Konferansa navnetewî hat li dar xistin.
Di encemnameya dawî ya konferansê weha dest pê dike:
«Nasnameya çandî ya Kurdên li derveyî Kurdistanê dijîn di bin xeteriya windabûnê de ye.
Em bang li hemû rêxistinên Kurd ên cîhanê dikin ku demildest li welatên xwe yên xebatê bernameyan ji bo rizgarkirina nasnameya Kurdî çêbikin û di vî warî de bi rayedarên pêwendîdar re dest bi hevkariyê bikin».
Di konferansê de ji 17 welatan zanyar, pispor û kesayetiyên navdar beşdar bûn û pirsgirêkên Kurdên Qefqasyayê bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
Di konferansê de 24 rapor hatin pêşkêşkirin, hemû jî li ser pirsgirêkên neteweyî, civakî-çandî, hiqûqî û yên din ên kurdên Kafkasya Başûr hatin terxankirin.
Bi giştî mijarên wekî pirsgirêkên asîmîlasyonê, rêyên pêşdebirin û parastina zimanê dayîkê, pêdiviya geşkirina xweşbinî û toleransê di nav civaka kurdî ya pir olî de û her wiha pêşxistina têkiliyên di navbera Kurdên ku welatên cuda cuda de dijîn hatin nîqaşkirin.
Di konferansê de bal hat kişandin ser dîrok û rewşa îroyîn a kurdên Kafkasya Başûr û herwiha kurdên li komarên din ên Sovyeta berê dijîn.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di warên çand, huner, perwerde, ragihandin, arşîvgerî û mafên neteweyî de pêşniyar û perspektîfên taybet hatin pêşkêşkirin.
Li ser girîngiya pêşxistin û xurtkirina têkiliyên dostane yên di navbera kurdan û gelên cîran de bi berfirehî hat axaftin.
Di konferansê de bal hat kişandin ser girîngiya pêşxistina têkiliyên çandî, perwerdeyî û aborî yên di navbera dewletên ku Kurd lê dijîn û welatê wan ê dîrokî Kurdistanê de.
Her wiha biryar hat dayîn ku raporên konferansê bi awayê pirtûk werin weşandin; Bi vê armancê komîsyonek ji 5 kesan hate avakirin.
Di konferansê de şîret li saziyên sivîl yên Kurd hate kirin ku li cihên rûniştina xwe yên daîmî sepana pratîkî ya pêşniyarên konferansê bibînin.
Weke nîşana spasî û pesindayînê, amadekar û beşdarên konfêransê biryar dan ku spasnameyeke taybet ji rêvebiriya Gurcistanê re bişînin, ji bo ku derfeta lidarxistina konferanseke wisa mezin a navneteweyî ya kurdan hat dayîn.
Bername PDF 1
Kurdên Qefqasyayê: Perspektîfên Neteweyî (Bername Konferansê)