Li Rûsyayê ‘Netewa Êzîdî’ çawa hat avakirin?
Hejarê Şamil
Di serjimêriya Yekîtîya Sovyetê û Rûsyayê da heta sala 2002an Kurd wek neteweyek yekgirtî dihatin hejmartin û tomarkirin.
Di serjimêriya sala 2002’ê da li Rûsyayê «kurd» û «êzîdî» wek du gelên cuda hatin hejmartin. We dizanibû ku dewleta Ermenistanê û dîasporaya ermenî ya li Rûsyayê ev yek li ser Rûsyayê ferz kir û encameke wiha bi dest xist?
Kurd ji sala 1926’ê heta serjimara 1989’ê di nav axa Ermenîstanê da wek neteweyek yekane hatine hesibandin. Yanî weke ‘Kurd’. Di serjimêriya sala 1989’ê da li Ermenistanê «Kurd» û «Êzidî» weke du neteweyên cuda hatin nişandan:
Ermenistan. Encamên serjimara 1979: Kurd – 50,822 kes.
Ermenistan. Encamên serjimara 1989. Êzîdî – 51 976 kes. Kurd – 4 151 kes (di vê serdemê da nêzîkî 15 hezar Kurdên Misilman bi sedema şerê Qerebaxê êdi ji welêt koç kiribûn).
Bi taybetî piştî nîveka salên 1980yî hin şêxên êzîdî ku bi îstixbarata Ermenîstanê ra kar dikirin, di nav kurdan da propagandaya “Em ne kurd in” dimeşandin.
Ji ber karesata (katastrof) erdheja li herêma Sîpîtak a Ermenîstanê ya di 7ê Kanûna 1988an da, koça dijwar a Kurdan ber bi Rûsyayê va dest pê kir. Şerê Qerebaxê ku di sala 1989an da dest pê kir, bû sedemek din ku kurd ji vî welatî koç bikin.
Kurdên ku di sala 1970’ê da li Rûsyayê tenê hezar (1000) kes bûn, di sala 1989’ê da êdî 4724 kes bûn. Li gorî hejmarên fermî yên sala 2002-an, hejmara kurdan li Rûsyayê wê 10 qat zêde bibe û bibe 50.880 kes. Li gor lêkolînên ne fermî, mirov dikare bi rihetî bibêje ku di nava 13 salên navborî da (ji sala 1989 heta 2002) hejmara kurdan li Rûsyayê 20 qat zêde bûye.
Wezîfeya dewleta Ermenistanê hebû ku Kurdên Êzîdî yên ku ji Ermenîstanê koçî Rûsyayê kiribûn ji kurdayetiyê dûr bixe. Di dawiya salên 1980’î da, pêkanîna vî karî ji diyasporaya Ermeniyan a li Rûsyayê ra hat spartin. Diyasporaya Ermenî li Rûsyayê bi talîmata îstixbarata Ermenistanê li ser navê çend şêxên Kurdên Êzidî dest bi şandina nameyan ji gelek saziyên dewleta Rûsyayê ra kirin. Helbet di bin van nameyan da îmzeyên şêxên Kurdên Êzîdî hebûn. Naveroka van nameyan bi yek hevokê wiha bû: «Em ne Kurd in, Êzidî neteweyek cuda ne». Bi van rêbazan hewl hat kirin ku di rêveberiya Rûsyayê de fikrek bê afirandin.
Pêngava herî girîng a ji bo bandorkirina Rûsyayê di ‘Pirsgirêka Êzidiyan’ da ji aliyê rêveberiya Ermenîstanê va di dema serdana Serokkomarê Rûsyayê Valadimir Pûtîn a Ermenîstanê da hat avêtin. 14-15 Îlon 2001 Pûtîn li Ermenîstanê bû.
Di hevdîtinê da, serokkomarê Ermenîstanê yê wê demê Robert Kocharyan, di axaftinê da ji bîr nekir ku “nerehetiya Êzdîyan – welatiyên Ermenistanê yên berê ku li Rûsyayê dest bi jiyanê kirine” bîne ziman. Wî diyar kir ku li Ermenistanê di serjimariya sala 1926-an da hatibû destnîşankirin ku Êzîdî neteweyek ji Kurdan cuda ne, di serdema Sovyêtê da mafên Êzîdiyan ji destê wan hatin standin û ew wek «Kurd» hatin nîşandan. Û Ermenîstan ev xeletî di serjimara 1989 da rast kiriye, «kurd» û «êzdî» ji hev cuda hejmartiye. Di vê hevdîtinê da, Koçaryan ji Pûtîn xwest ku li Rûsyayê jî mafê Êzidiyan ên ‘Êzîdîbûnê’ wan rêz bên girtin. Helbet ev daxwaza serokkomarê Ermenistanê ji aliyê alîkarên Pûtîn va hatin tomarkirin, qeydkirin.
Di serdema hevdîtinê da têkiliyên Rûsya û Ermenîstanê di asta herî baş da bûn. Û dema ku hewldanên diyaspora Ermeniyan li Rûsyayê ji aliyê dewleta Ermenîstanê va hat piştvanî kirin, avakirina ‘neteweya Êzidî’ li Rûsyayê êdî hêsantir bû.
Û di serjimêriya yekem da ku di sala 2002 da li Rûsyayê hat kirin, Êzdî wek neteweyek cuda û serbixwe hatin tomar kirin:
Encamên serjimariya giştî ya Rûsyayê 2002:
Êzîdî / Езиды (kurdên ezîdî, kurd êzîdî, êzîdî kurd, ezdî) – 31.273 kes
Kurd / Курд – 19.607 kes.
Kurte çîroka afirandina ‘Neteweya Êzidî’ li Rûsyayê wisa ye.
Hejarê Şamil
**