Ensîklopediya Kurdên Qefqasyayê Çalakvanê Civakî,Kesayetî Mahmûdê Kerem / Mahmûdê Pêşmerge

Mahmûdê Kerem / Mahmûdê Pêşmerge

Mahmûdê Kerem / Mahmûdê Pêşmerge post thumbnail image

Mahmûdê Kerem / Mahmûdê Pêşmerge

Mahmûdê Kerem (08.03.1955, Ermenistan – 23.08.1998, Krasnodar, Rûsya) – çalakvanê Kurd.

Mahmûdê Kerem 18 Adarê 1955 ê salê li komara Ermenistanê îroyîn hatiye dinê. Zaroktî û ciwantiyê xwe li Naxçivanê domandiye. Piştî leşkertiyê, li bajarê Saratovê li Zankoyê Aboriyê dest pê xwendina bilind kiriye. Di salên xwendina universitêtê de Mahmûdê Kerem, faaliyetên siyasî û civakî berdewam kiriye, di nav gel û xwendawanên de ji bo nasîna nirxên gelê Kurd karên xurt birêvebiriye.

Dema avakirina rexistina Kurdên Sovetê bi navê YEKBÛN, Mahmûdê Kerem, ji yek reveberê organizasyonê li Saratovê, Krasnodarê, Azerbaycanê û Naxçivanê şev û roj karên civakî, siyasî û netewî meşandiye.

Ew destpêka salên 90î şirketê avasaziyê bi navê “Afrîn” çêkiriye. Hemû qezencên şîrketê di rêya Kurdayetiyê de xerc kiriye.

Ji dawiyê salên 80î heta navînê salên 90î, Mahmûdê Kerem, xîzmet û alikariyek bê hempa dike ji bo PKK. Karê rêxistinî dike, gellek şervana dişîne Kurdistanê.

Mahmûd, di 23 Tebaxê 1998ê salê de bi hencetê “karên partiyê rexnekirin” li herêma Krasnodarê bi awayekî wehşiyane tê qetlkirin.

Ji bo nêrîna pir kesan mamoste Mikaîlê Haco Aloyî (1947- 1998) jî heman dema de ji aliyê PKK hatiye kuştin. Ev jî li gundê Pyatigorskya yê li kêlekê kek Mahmûd hatiye defnkirin.

Ev cinayet, di dîroka Kurdên Soveta Berê de rûreşiyê ye. Pêwiste rêveberiyê PKK ji bo kuştina Mahmûdê Kerem, ji malbata wî û ji hemû Kurdên Sovyetê Berê lêborîna xwe bixwaze, qatîlên wî bê eşkere kirin û darizandin!

Sedema kuştinê Mahmûdê Kerem eşkerekirinê raman e. Azadiya ramanê mafeke pîroz e; ji mafê jiyanê jî pîroztir e!

Mahmûdê Kerem şehîdê tekoşîna rizgariyê gelê Kurdistanê ye. Ew hemû jiyanê xwe ji bo Serxwebûna Kurdistanê û xwe nûvanaskirinê Kurdên herêma me pêşkeş kiribû. Berpîrsiyartî, fedekarî, zanebûnî, prînsîpîaltî, bê tawîzî kesayetiyê wî geş dikir. Şehîd Mahmûdê Kerem wek nîştîmanperwer û serxwebûnhezek bêpayan her tim di dilê miletê me da ye.

Wî ra di nav gel de “Mahmûdê pêşmerge” dihate gotin.

Kuştina Mahmûdê Kerem, derbeke giran bû ji bo tekoşînê gelê Kurdistanê, bi taybetî xwe rexistinkirinê Kurdên Soveta berê.

Gora Mehmûdê Kerem li gundê Pyatigorskaya, nehiya Goryaçiy Klyuç, herêma Krasnodarê ye. Li gundê Pyatigorskaya û Mirnaya yên ku, hev va girêdayîne, 90 malên Kurdan dijîn.

 

Ji aliyê çepê: Wekil Mustafaev, Yuriy Nebiyev, Mamed Babayev, Orduxanê Kaşaxî, Dilan, Mahmûd, Çerkezê Reş, Şeref Aşirî.

LÎNK.

Bersivek Bihêle

Gotarên Têkilî More