Kalaşov Zaza
Zaza Kalaşov – 14.08. 1973, bajarê Tibîlîsî, Gurcistan.
Şêxê êzîdî li mala Şêxê Şêxûbekir. Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê ‘Ronahî’ (ji sala 2021).
Dibistana hejmara 143 ya Tiblîsê (1989) û koleja polîteknîkî qedandiye (1989-1991).
Di sala 1990 de ew beşdarî tevgera rizgariya neteweyî ya Gurcistanê li dijî Yekîtiya Sovyetê bû. Pêşengiya Navenda Çanda Kurdî ya Gurcistanê kir (1992-2000) kir. Li Gurcistanê berpirsê rojnameya kurdî bi zimanê rûsî “Vzgliad” / «Взглядь» (1994) bû.
Li Parlamentoya Gurcistanê di Komîteya Parastina Mafên Mirov de wek pispor xebitî (1994-1996). Li Tibilîsê bi zimanê gurcikî rojnama “Kurdistan News”ê damezrand (1999-2000).
Di salên 2014-2016’an de li Moskovayê birêveberiya komeleya “Dengê Êzdiyan” / «Голос Езидов» kir. Di sala 2016’ê de damezrênerê Kongreya Êzdiyên Rûsyayê bû.
Ji sala 2021ê ve serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê “Ronahî”, her wiha endamê Lijneya Şêwirmendiyê ya Komîteya Çandê ya Parlamentoya Gurcistanê ye. Zaza Kalaşov herwiha wek endam di Encumena Kêmnetewan ya rex Ombusmanê Gurcistanê de cih digre.
Bavê 3 zarokan e.